Li Agiriyê cîgirên hevşaredaran jî hatin dûrxistin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Agiriyê piştî jikardûrxistina Şaredar Sirrî Sakik, cîgirên hevşaredaran jî hatin dûrxistin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, duh beyî ku hincetekê nîşan bide, Hevşaredarê Agiriyê ji kar dûrxist û şûna wî Parêzgarê Agirî wek qeyûm erkdar kir.
Hevşaredara din, Muqedes Qubîlay jî 27'ê meha 12'ê hatibû girtin.
Hat ragehandin piştî jikardûrxistina Sakik, cîgirên hevşaredariyê Xelef Keklîk û Yusuf Kutlay jî ji erkê hatin girtin.
Li aliyê din, xelkê Agirî biryara jikardûrxistinê qebûl nekir û xwastin bikevin avahiyê, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.