Serkirdeyekî Qaidê li Îdlibê hate kuştin

Hewalgîrya Amrîkayê kuştina serkirdeyekê bilind yê rêxistina Qaide li Sûriyê ragihand .

K24 – Navenda Nûçeyan

Hewalgîriya Amrîkayê kuştina serkirdeyekê bilind yê rêxistina Qaide li Sûriyê ragihand.

Berpirsekî pilebilind ê Hewalgîriya Amrîkayê tekez kir, cîgirê rêberê Qaidê û endamê Enûmena Şêwirmendiyê Ebû El-Xêr El-Misrî ji encama bombebarankirina firokeyeke bê firokvan li parêzgeha Îdlibê li bakurê rojavayê sûriyê hatiye kuştin.

Ebû El-Xêr El-Misrî, navê wî ya rastî Ebdulah Receb Ebdilrehman e û zavê rêberê berê yê Qaide Osame Bin Ladin e, ji 19 salan ve Hewalgîriya Amerîka li dû şopa wî digere.

Ebû El-Xêr El-Misrî, piştî êrîşên 11 Îlona 2001an ve li Îranê bû, ji du salan ve li Sûriyê û alîkariya Eniya El-Nusrayê dikir.