HSD rojavayê Minbicê radestî rêjîmê dike

Encûmena Leşkerî ya Minbicê aliyê rojavayê bajarê Minbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê aliyê rojavayê bajarê Minbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kir.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina sivîl û bajarê Minbicê ji şer û pevçûnan û rêgirtin li pêş plana Tirkiyê bo dagîrkirina xaka Sûriyê, aliyê rojavayê bajarê Menbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin.

Di daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku ew ligel Rûsyayê gihêştin rêkeftinekê ku gundên rojavayê Minbicê yên di sînorê Mertala Ferêt de ne radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin, da ku bibe hêlek di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Mertala Ferêt de.

Ev pêngav di demekê de tê, ku Tirkiyê ragihandibû, ew berê xwe didin bajarê Minbicê ji bo derxistina PYDê ji wî bajarî. Herweha di demekê de tê jî, ku hêzeke leşkerî ya Amerîkî li bakurê bajarê Menbicê li ser hêla Sacûrê di navbera Minbic û grûpên operasyona Mertala Ferêt de bicih bûne.

Tê zanîn ku, îro Fermandarekî grûpên opozîsyona Sûriyê yên Mertala Ferêt ragihand, hêzên wan bi piştevaniya Tirkiyê, gundên Tel Tuweyran û Karatê yên rojhilata Babê ji kontrola HSD derxistine.

HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 15 Tebaxa 2016an bajarê Minbicê de ji çekdarên DAIŞê hatibû kontrolkirin.