Çavuşoglu: YPG ji Minbicê venekişe, emê lêdin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê Minbicê de got, heger “Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê venekişe, emê lêdin.”
Mewlûd Çavuşoglu îro li Enqerayê ragihand, armanca hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê (grûpên çekar yên Mertala Ferêt) rûbrûbûna terorê ye û ew digel Moskoyê rêkeftine ku ew herdu hêz li navçeyê Babê rûbirûyî hev nebin.
Çavuşoglu got jî, wan hişyarî daye Amerîka heger hêzên bi ser PYDê ve ji Minbicê venekşin, ewê wan bombebaran bikin.
Çavuşoglu da zanîn ku, wan daxwaz ji Washingtonê kirine ku ew hêz di zûtrîn dem de ji wî bajarokî derkeve .
Herweha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu red kir, heger ti rêkeftinek di navbera wan û Moskoyê de hebe, ji bo radestkirina gundan li bakurê Sûriyê ji artêşa Sûriyê re.