Navdarên Kurd: Leyla Bedirxan

Leyla Bedirxan, ku wekî prensesa Kurd tê nasîn di sala 1908'an de li Stenbolê jidayik bû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî (nemsayî), li Viyana jiya ye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e, ku di nava Kurdan de xwedî gotin bû, dawîtirîn mîranî ya Kurdan bûn.

K24 Navenda Nûçeyan 

Leyla Bedirxan, ku wekî prensesa Kurd tê nasîn di sala 1908'an de li Stenbolê jidayik bû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî (nemsayî), li Viyana jiya ye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e, ku di nava Kurdan de xwedî gotin bû, dawîtirîn mîranî ya Kurdan bûn. Ji ber koçkirina bi zorê, malbata wê koçî Misirê kir. Zaroktiya xwe li Misrê derbas kir, lê piştî mirina bavê wê , Leyla û dayika xwe bi malbarkirinê jiyana xwe li Viyanayê berdewam kirin.

Leyla Bedirxan li Viyanayê perwerdeya xwe ya ewil a dansê dît û li Operaya Viyanayê cara yekem derkete ser dikê. Ji bo ku karibe li Fransayê xwe ji aliyê hunerî ve pêşbixe, Leyla Bedirxan bi Henri Touache re zewicî. Leyla, him ji aliyê karê xwe yê hunerî ve him jî ji aliyê jinbûyîna xwe ve, weke jineke serbilind dihate nasîn. Û wê tu car Kurdbûna xwe înkar nekir. Gava wek 'Ereb' hatiye bi nav kirin wê  sererastî dikir û xwe hertim wek Kurd dida nasîn. Bi Kurdbûyîna xwe serbilind bû.

Di sala 1930'an de Leyla bi Henri Touache ( bi eslê polonî) re zewicî û bi vê zewacê keçeke wan a bi navê Nevîn çêbû. 

 Di roja 30'ê gulanê 1935'an Leyla ji bo Centre Marcelin Berthelot a li Parîsê baleyek pêşkêş kir û baleya wê rastî gelek ecibandinan hat. Piştre, Leyla pênc piyesteyên cuda yên di bin derhêneriya muzisyenê navdar Maurice Naggiar de lîst.

Dîsa di 24'ê hezîranê heman salê de li La Grande Salleê, yek ji salonên herî bi nav û deng ên Parîsê, Leyla digel orkestraya di bin derhêneriya Maurice Naggiar de û bi alîkariya pianoya Iren Aitoff derket ser dikê. Êdî Leyla Bedirxan dilê hezkiriyên hunerê yên Parîsê feth kiribû. Jina kurd di çavên hunerhezên Parîsê de jineke ekzotîk û bêhempa bû, lewra wê bi hunera xwe pir bala wan kişand -  bala gelek rojnameyên mezin ên fransî jî pê re.

Nivîskarên gelek rojnameyan Leyla û hunera wê kirin sermijarên beşa hunerê: Le Figaro (bi nivîsa Georges Mussi), Echo de Paris (Carol Berardo), La Liberté (Pierre Wolf), La Semaine de Paris, Les Debats (Maurice Imberto), Guide Musical (J. Baurdy), Le Monde de Musical (L. Humbert) û çend nivîsên di rojnameyên din de.

Dengdana hunerî ya Leylayê ne tenê bi Fransayê bi sînor bû. Ew li SwîsreyêElmanyayêÎtalyayêSpanyayêBelçîkê û DYA'yê çûye ser dikê, bi hunerhezan re bûye yek û rastî gelek ecibandina wan hatiye. Êdî afîş û panqartên çalakiyan wê wek Şehzadeya kurdPrensesa kurd û Hunermenda baleyê ya kurd didan nasîn. Bi vî havî Leyla, rastî înkarkirina hereketa kurd (a nê) hatibe jî, bi saya hunera xwe ji wan çêtir û firehtir peyva Kurd ji raya giştî ya cîhanê re da nasîn.

Her çiqas di hunera xwe de serkeftî be jî, Leyla hertim ji çand û hunerên cîhanê re jî vekirî bû û hewl dida wan jî nas bike. Ji ber vê yekê, xwediyê agahiyeke fireh a çanda hunerê bû. Zanyariya wê ne tenê bi çand û hunera Ewropayê bi sînor bû; ew hew dida çanda hunera Hindistan û Îranê jî zanibe. Bêguman, muzîka kurdî û govendên kurdî ji bo wê bingeheke girîng bûn, ji ber ku ew digel wan mezin bû û lewra hunera kurdî ji wê re weke zimanê dayikê bû. Ev zimanê dayikê bûbû çavkaniya çend baleyên wê yên wek DîlanGovenda kurdîDansa durzî û Mar.

Leyla Bedirxan di dema jiyana xwe de bi hunera xwe re her çiqas serkeftî û bi nav û deng bûbe jî, mixabin nekarîbû ji civaka kurd a wê demê re xwe bide qebûlkirin. Sedemên vê rastebîniya neyînî jî avahiya feodal a gelê kurd û bêgûman jinbûna Leyla bû: hunera wê ji aliyê rewşenbîrên kurd - ên ku bi pirranî ji mêran pêk dihatin - tune hate hesibandin, ji ber ku di eqlê wan de kurdbûn û doza kurd û Kurdistanê ji karê ku Leyla Bedirxan dikir cudatir bû. Jina kurd Leyla piştî ku li Elmanya, Awistriya û Swîsreyê perwerdeya baleyê stend, ji sala 1925'an pê ve weke hunermendeke profesyonel a baleyê derdiket dikê. Ne tenê ji bo civaka kurd - ji bo hemû rojhilata navîn jî bû mînakek ewil û bêhempa: Ew bi karê xwe yê hunerî û nûjên hemû hebûnên kevneşopî xiste şoqê. Ji bo der û dorên hunera cîhanî Leyla Bedirxan her çiqas bûyereke balkêş be jî, keda wê ji aliyê civata kurd ve (meriv kare bibêje) dihat înkarkirin û navê wê tune dihat hesibandin.

 

Di medya de:

Rojnameya Paris Midi di roja 19'e berfanbara 1932'an de hevpeyvînek bi Leylayê re kir. Di vê hevpeyvînê de dotmîra kurd xwe wiha dida nasîn:

 

“Ez ne faris im... ez Kurd im. Bapîrê min prensê welîahtê yê Kurdistana ku di nava Persiya, Tirkiye û Sûriyê de ye bû. Lê bi îsgala tirkî, prensên me yên serbixwe yên di nava malbata me de belaw bûn. Ez li Tirkiyê, Stembolê, jidayikbûm. Dema ez pir biçûk bûm, ez û dayika xwe me ber bi Misirê koç kir û min li wir zarokatiya xwe derbas kir. Piştî şer (şerê cîhanî yê yekem), ez ji bo xwendina li Swîsreyê hatim Ewropayê.”

 

 

Di heman hevpeyvînê de Leyla Bedirxan qala dansê û hunera xwe dike:

 

“Min hertim ji dansê/bazdayînê hezdikir. Li Misirê, dema ez zarok bûm, ez bi tevahî bi dozînê hinî wê bûm, bi temasekirina jinên wê demê. Ez dansên xwe fêr nakim. Ez bi bikaranîna mijarên populer ên stîlîstîk û bi dozîna xwe dans dikim. Ez dansan avadikim jî... fermo, wekî hûn dibînin, cavkaniyên dansên min ne spesîfîk in. Gava ez dans dikim, ez pîjaqên xwe pir bikarnînim. A rast, ez bi pirranî pî û bedena xwe bi kar tînim.”

 

 

Prensesa Kurd Leyla Bedirxan di sala 1986'an de li paytexta Fransayê Parîsê çavên xwe ji jiyanê re girt.