James Jaffrey: YPG hevalbendê Rûsya, Sûriye û Îranê ye

Balyozê berê yê Amerîka yê Tirkiyê James Jaffrey dibêje, YPG hevalbendê Rûsya, Sûriye û Îranê ye divê Amerîka xwe bi YPGê girê nede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka yê Tirkiyê James Jaffrey dibêje, YPG hevalbendê Rûsya, Sûriye û Îranê ye divê Amerîka xwe bi YPGê girê nede.

James Jaffrey ji rojnameya “Haberturk” re axivî û got, ew nigeraniyên Tirkiyê fam dikin. YPG baskeke PKKê ye û ti carî nabe hevalbendê Tirkiyê.

Jaffrey ragihand, ew nizanin berjewedniyên demdirêj yên YPGê çi ne. Lewma divê Amerîka xwe bi YPGê girê nede. YPG di berjewendiyên xwe yên demdirêj de hevalbendê Rûsya, Sûriye, Îranê ye. Dibe ko YPG di dahatûyê de aramiya Rojhilata Navîn têk bide.

James Jaffrey herwiha diyar dike Ku, YPG dê ji bo hebûna xwe hevalbendan bigere, lê ew ji YPGê bawer nakin. YPG  rêbaza Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî naşopîne.