ENKS: Girtin û şewitandin nakevin berjewendiya Kurd

Di encama bûyerên ku di navbera hêzên Pêşmerge û PKKê de rûdan, hin karvedanên tund li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin û di encamê de nivîsgehên hin partiyên ENKSê hatin şewitandin û hejmarek ji alîgirên wê hatin binçav kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di encama bûyerên ku di navbera hêzên Pêşmerge û PKKê de rûdan, hin karvedanên tund li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin û di encamê de nivîsgehên hin partiyên ENKSê hatin şewitandin û hejmarek ji alîgirên wê hatin binçav kirin.

Berpirsên ENKSê didin zanîn ku ev kiryarên wiha hewldanên yekrêziya Kurdî binpê dike û tenê berjewendiyên dijminê Kurdan pêk tîne.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihsin Tahir li ser vê yekê ji K24ê re got: “Em wek ENKSê her û her em bi yekrêziya Kurdî re ne, lê ev kiryarên ku ji aliyê PYDê ve têne kirin, atmosferên yekîtiyê binpê dike û berê cadeya Kurdî dide ber bi nakokiyên mezin, ku ne di berjewendiya doza Kurdî de ne.”

Derbarê van bûyerên ku li Şingalê encam dabûn, serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibêjin ku destên biyanî di nav Kurdan de hene û van tevlîheviyan dikin, wek hikûmeta Tirkiyê û hevalbendên wê. Derbarê êrîşên li ser nivîsgehên ENKSê tekez dikin ku lêpirsîn berdewam e.

Serkirde di TEV-DEMê de Telal Mihemed ji K24ê axivî û got: “Destên biyanî di nav me de hene û van tevlîheviyan dikin. Derbarê girtina endamên ENKSê de, armanc jê ew e ku asayiş parastina wan bike û kesên ku nivîsgehên ENKSê şewitandine hatine girtin û lêpirsîn bi wan re berdewam in.”

Di daxuyaniyeke fermî de Asayişa Rojava da zanîn ku, kesên nîvîsgehên ENKSê şewitandine hatine girtin û lêpirsîn berdewam e, herweha endamên asayişê parastina hemû nivîsgehên ENKSê dikin û ji welatiyên deverê dixwaze ku bi endamên asayişê re alîkar bin ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Ji aliyê xwe ve serkirdeyên ENKSê dibêjin ku derbarê van kiryaran de, dê bi çalakiyên aştyane rabin û ti carî rê nadin ku şerê birakujiyê rû bide.