Êminkî: PKK ecindeyên Îran û Sûriyê cibicî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerkanê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êminkî ragihand, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya Îran, Sûriye û Heşda Şeibî hewl dide projeya “Hêva Şî'î” cibicî bike.
Serokerkanê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êminkî ji K24ê re ragihand, Pêşmerge dema hatine navçeyên Şingalê û Xanesorê, ew navçeyên Kurdistanî ne, Pêşmerge neçûye nava xakeke din.
Êminkî got jî: “Ne ji mafê PKKê û ji bilî PKKê ye, ku xwe wek xwediyê van deveran bizanin. Ev dever yên Herêma Kurdistanê ne û Pêşmerge azad in biçin her deverek Kurdistanê, çi li Xanesor, Şingal û Sinûnê be.”
Herwiha Êminkî armanca çûna hêza Pêşmerge bo komlegeha Xanesorê aşkere kir, ku hîn çekdarên DAIŞê li başûrê Şingalê di destê DAIŞê de mane û erkê Pêşmerge wan deveran rizgar bikin.
Serokerkanê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyanî û bihaneyên PKKê yên dibêjin “Pêşmerge hatiye şerê PKKê bike” red kirin, û da zanîn, ku armanca Pêşmerge şerê DAIŞê bike, ne şerê ti kesî.
Êminkî da zanîn ku, PKK û hêzên ser bi wê ve bi Heşda Şeibî ya Îran piştevaniya wê dike re kar dikin û mûçeyên xwe jî ji wan werdigirin.
Herwiha Êminkî PKKê tuhmetbar kir, ku ecindeyên Îran û Sûriyê cibicî dike û got, PKK bi alîkariya Îran û Sûriyê hatiye Şingalê, da ku hêlekê ji Îranê û di nava Iraqê re bo Sûriyê veke.
Roja Înê 3 Adarê du demjimêran şer û alozî di navbera Pêşmerge û PKKê de li komelgeha Xanesorê ya li başûrê Şingalê de derket, di encamê de ji ziyanên canî çê bûn.
Ji sala 2014an û heta niha PKK çendîn hêzên xwe û bi navên cuda li navçeyên Şingalê ava kirine û ew hêz hemû fermanên xwe ji Qendîlê werdigirin.