Encûmena Leşkerî: Minbicê radestî rêjîmê nakin

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ragihand, ew bajarê Minbicê û gundên wê ve radestî rêjîma Sûriyê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ragihand, ew bajarê Minbicê û gundên wê ve radestî rêjîma Sûriyê nakin.

Roja 2 Adarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihandibû, ji bo parastina sivîl û bajarê Minbicê ji şer û pevçûnan û rêgirtin li pêş plana Tirkiyê bo dagîrkirina xaka Sûriyê, aliyê rojavayê bajarê Menbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin.

Lê îro Encûmena Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, wan tenê hêla bi çekdarên operasyona “Mertala Ferêt” û Erîme radestî hêzên rêjîmê kirine û ne bajarê Minbicê û ne jî gundên wê radestî rêjîmê nakin.

Herwiha Encûmena Leşkerî aşkere kir jî, Minbic û gundên derdora dê di bin desthilata wê encûmenê de bimîne û di bin serpereştî û parastina Hevpeymaniya Navdewletî de.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh gotibû, ew ne li dijî wê yekê ne, ku Minbic bike destê rêjîma Sûriyê.

Berî çend rojan Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, ku ewê ji piştî Babê bikevin Minbicê. Roja 1 Adarê jî grûpên Mertala Ferêt bi piştevaniya Tirkiyê êrîşî gundên rojavayê Minbicê kirin.

Fermandarekî grûpên opozîsyona Sûriyê yên Mertala Ferêt ragihand, hêzên wan bi piştevaniya Tirkiyê, gundên Tel Tuweyran û Karatê yên rojhilata Babê û rojavayê Minbicê ji kontrola HSD derxistine.

Ev daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya îro di demekê de tê, ku Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) gotibû ew pêşniyara berferehkirina hêza xwe di operasyona rizgarkirina Reqayê de gotûbêj dike.

Kolonel John Dorian ev nûçe piştrast kir û li ser hejmara xwe ya “Twitter” belav kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Minbic û derdora wê çalak in û hebûna hêzên wan li derdora Minbicê zêde kirine, bo rêgirtina li pêş her êrîşekê.”

Tê zanîn jî, ku hêzeke leşkerî ya Amerîkî li bakurê bajarê Menbicê li ser hêla Sacûrê di navbera Minbic û grûpên operasyona Mertala Ferêt de bicih bûne.

HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 15 Tebaxa 2016an bajarê Minbicê de ji çekdarên DAIŞê kontrol kiribûn.