Navdarên Kurd: Rezoyê Osê

Rezoyê Osê, Ebdulrazaqê Eliyê Îsayê Osê (10ê Cotmeh a 1950an li gundê Dekşûriyê, li herêma Hesîçeyê hate dine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rezoyê Osê, Ebdulrazaqê Eliyê Îsayê Osê (10ê Cotmeh a 1950an li gundê Dekşûriyê, li herêma Hesîçeyê hate dine.  Nivîskar û lêkolîner e. Wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de weke Armanc û Dugir û yên din de nivîsandiye û hîn jî bi pênûsa xwe ya çalak û zimanê xwe yê bilind û resen di nav edebiyata Kurdî tê xwedî bandor e. Ew herweha ji damezrênerên kovara Stêr û Pirs e.

Xwendina xwe li gundê Tenûrî qedandiye, a navendî û lîsa li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navê: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrazaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye (wilo jî di malperan de) ji wan: Stêr, Armanc, Digir, Azadî û Zanîn.

Sala 1970 dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirin e. Heman demê  jî helbesta (kevneşop û nûjen) nivîsiye û şano di kovaran de belav kirin e. Folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zaroka dane hev û pênc pirtûk nivîsandiye.

Li deverên cuda kursên fêrbûna zimanê Kurdî vekiriye, Pênc pirtûkên (Dîk-Dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal) wî bi zimanê kurdî û erebî hatine çapkirin. Çîrokên gelêrî yên zarokan Merganê, Pirtûka wî ya helbestan Kevoka min, Bîranînên wî yên bê kêş û bend Xilmaşî, Pirtûka wî rexneya wêjeya Kurdî, Rexne li Rexnê û pirtûka wî ya gotar û nivîsên Tûjik ji bo çapê têne amadekirin.

Ronakbîrê Kurd Rezoyê Osê di 4'ê adara 2010'î de li Qamişlokê çû ber dilovaniya xwedê.