PDK-T: Bila PKK ji Şingalê derkeve

Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) li şaxa xwe ya Diyarbekirê di derbarê pevçûna Şingalê ku di navbera hêzên ser bi PKK’ê ve û Pêşmergeyên Kurdistanê de derketî de daxuyaniyek da çapemeniyê û ji PKK’ê xwast ku ji Şingalê derkeve.

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) di derbarê pevçûna  li Xanesor a Sinuna Şingalê derketî de daxuyaniyek da û amaje kir, ku di binê vê pevçûnê de tilîya Îranê heye.

Daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştî yê  Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye Mehmed Emîn Kardaş ve hatî xwendin de, bal hate kêşandin ku beriya pevçûnê berpirsên pasdarên Îranê û fermandarên Heşda Şeibî serdana Şingalê kirine û li gel berpirsên YBŞ’ê hevdîtin pêk anîne. 

Mehmed Emîn Kardaş anî ziman ku, di vê qonaxa ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe de, hêzên ku li dijî serxwbûnê ne, dixwazin bi provakasyonan astengiyan peyda bikin.

Kardaş, anî zimên ku, ev şer ne şerê di nava hêzên Kurdistanî de ye û şerê dijberiya Serxwebûna Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de bang li PKK’ê hate kirin ku Şingal jixwe axeke azad a Kurdistanê ye û divê PKK ji Şingalê derbikeve.