Qedrî Cemîl: Em li dijî federalîzmê ne

Serokê Platforma Moskoyê Qedrî Cemîl radigihîne, ew li dijî sîstema federalîzmê be, heger doseya federalîzmê were vekirin, wê Sûriyê têkeve metirsiyê de.
kurdistan24.net

 

K24 – Mosko

Serokê Platforma Moskoyê Qedrî Cemîl radigihîne, ew li dijî sîstema federalîzmê be, heger doseya federalîzmê were vekirin, wê Sûriyê têkeve metirsiyê de.

Serokê Platforma Moskoyê Qedrî Cemîl ji K24ê re ragihand, ew ji bo civînên Astanayê nehatine vexwendin û wan jî nexwastiye ku bêne vexwendin, ji ber ku armanca Astanayê rêvekirina li ber Cenêvê bû, di dawiyê de riya danûstendinên Cenêvê hat vekirin.

Cemîl tekez kir, ku ew rijd in li ser cibicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 û destpêkirina qonaxa veguhêz.

Cemîl got jî: “Pêwîst e pirsa federalîzmê di navbera Sûriyan de bê çareserkirin, nabe aliyek bi tena xwe vê pirsê çareser û yekalî bike, ev pris wê di dema danîna destûrê de bê çareserkirin, wê demê wê behsa desthilat û mafên navçeyan bê kirin. nabe aliyek nerîna xwe li ser alyekî din ferz bike.”

Herwiha Cemîl got: “Di nerîna me de, pêwîst e ew zilma dîrokî ya ku li Kurdan hatiye kirin nemîne. Rast e zordarî li hemû gelê Sûriyê hatiye kirin, lê zordariya ku li Kurdan hatiye kirin, gelekî mezintir bû.”

Cemîl got jî: “Em li dijî sîstema federalîzmê ne. Sûriye nikare barê federalîzmê rake. 40 pêkhate di Sûriyê de hene, heger em doseya federalîzmê vekin, wê Sûriyê têkeve metirsiyê de, lê em qebûl dikin mafên berfereh ji bo Kurdan bên dayîn.”