HDP’ê bernameya Newroza îsal aşkere kir

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li Diyarbekirê di civîna aşkerekirina bernameya Newroza îsal de got: "Em hemû partiyên Kurdistanî yên Başûrî, Rojavayî û Rojhilatî vedixwînin Newrozê.” Baydemîr amaje kir ku, bi fersanda niha li Rojhilata Navîn dê êdî Kurd jî li ser axa xwe bi ziman û nasnameya xwe hebûna xwe berdewam bikin.

K24 - Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li Diyarbekirê bernameya xwe ya Newroza 2017’an aşkere kir. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ragihand ku, wekî her sal îsal jî rêber û rayedarên partiyên Kurd û Kurdîstanî vexwendine Newrozê.

Baydemîr, ji bo parastina destkeftiyên Kurdan behsa girîngiya tifaqê kir û hişyarî da ku di nav aloziyên li Rojhilat Navîn de bêtifaqî dê bibe bingeha fermana gelê Kurd.”

Baydemîr, li ser bernameya Newrozê jî wiha axivî: “ Em ê îsal li 33 navendan çalakiyên Newrozê bikin. Dê îsal pîrozbahiyên Newrozê 17’ê Adarê ji Nisêbînê dest pê bike û 21’ê Adarê jî li Diyarbekirê û Wanê dê bi dawî bibe.”