Silo: Ketîbeyeke topavêj ji Amerîka gihêşt me

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, bi sedan ji hêzên Mareniz û bi sedan hêzên hevpeymaniyê û komek ji ketîbeya topavêj gihêştine navçeyên wan.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, bi sedan ji hêzên Mareniz û bi sedan hêzên hevpeymaniyê û komek ji ketîbeya topavêj gihêştine navçeyên wan.

Li ser pirsa radestkirina HSDê ji hin gundên rojavayê Minbicê ji hêzên Rêjîma Sûriyê re, Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re got: “Ti girêdaneke me ya stratîjîk du navbera me û hikûmeta Sûriyê de tune ye. Rêkeftin di navbera Encûmena Leşkerî û Rûsyayê de hatiye îmzekirin û hin ji leşkerên artêşa Sûriyê gihêştine sînorê Minbicê.”

Silo amaje bi wê yekê jî kir, ku ti şer di navbera wan û rêjîma Sûriyê de nîne, lê di heman demê de jî ti hevahengiya wan bi rêjîmê jî nîne.

Derbarê şandina Amerîka hêzeke Marenz bo piştevaniya operasyona Reqayê de, Silo got: “Reqa peytexta terorîstan e û pêwîstiya wê bi karên bêtir heye di navbera HSD  û civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî bi serkirdatya Amerîkayê ve.”

Herwiha Silo aşkere kir jî, “Amerîka çek dane me û niha li ser erdê digel HSDê ne, bi sedan ji hêzên Mareniz û bi sedan ji hêzên hevpeymaniyê li ser erdê hene, herwiha komek ji ketîbeya topavêj jî gihêştin navçeyê, ji bo beşdar bin di operasyona dorpêçkirina Reqayê de.”

Berdevkê HSDê Telal Silo got jî: “Birêz Trump daxwaza piştevaniyeke zêdetir ji bo HSD kiriye, herweha daxwaza zêdekirina hêzên Amerîkî jî kir li ser erdê, ji bo jinavbirna DAIŞê di zûtirîn dem de.”