13emîn salvegera Serhildana 12 Adarê

13 sal di ser Serhildana Qamişlo re derbas dibin. Rojek wekî îro 12 Adara sala 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şamê paytexta Sûriyê li dijî rêjîma Suriyê serî hildan. Heya niha jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê wê rojê wek rojeke dîrokî bibîr tînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

13 sal di ser Serhildana Qamişlo re derbas dibin. Rojek wekî îro 12 Adara sala 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şamê paytexta Sûriyê li dijî rêjîma Suriyê serî hildan. Heya niha jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê wê rojê wek rojeke dîrokî bibîr tînin.

Di 12 Adara 2004an li yarîgeha Cîhad li bajarê Qamişlo, di dema lîstika Topapê di navbera herdu tîmên (Cîhad û Fitiwê) alaya Kurdan hate hildan, alîgirên Tîma Fitiwê yên ku hemû alîgirên wê Erebên Dêrezorê bûn, di gel hêzên ewlehiyê yê rêjîma Esed êrîşî Kurdan kirin. Kurdên Rojava û lîstikgeh bû meydana şer û hêzên ewlehiyê yên rêjîma Beis bi guleyan êrîşî Kurdan kirin, ku hejmarek ji Kurdan di lîstikgehê de şehîd bû û hejmarek mezin jî birîndar bûn.

Xelkê Qamişlo derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşandan, rêjîma Sûriyê û eşîrên Ereb jî êrîşî Kurdan kirin û Kurdan ji Qamişlo û heta tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin û serî hildan.

Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 42 welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi dsedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes ji welatiyên sivîl ên Kurd binçav kirin û girtin.