Hollanda rê neda wezîreke din ya Tirkiyê

Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya ji sînorên Hollandayê hate derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya ji sînorên Hollandayê hate derxistin.

Di çarçoveya xebatên referandrûmê de Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya xwest ku bi riya bejahî ji Almanya derbasî Hollandayê bibe. Lê polîsên Hollandayê rê nedan wê.

Piştre, Wezîra Tirkiyeyê ji hesaba xwe ya “Twiter” nivîsand, polîsên Hollandayê rê nedane wê ku derbasî wî welatî bibe û berê wê dane Almanyayê.

Duh dîsa Hollanda destûr nedabû Wezîra Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu serdana Hollandayê bike.

Li ser van bûyeran Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim nerazûbûnek tund nîşan da û got ew dê bersivek giran bidin Hollandayê.