Barzanî serxweşiyê li malbata Heme Mela Kerîm dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya nivîskarê navdar Mihemedê Mela Kerîm, peyama serxweşiya arasteyî malbata û kesûkarên wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya nivîskarê navdar Mihemedê Mela Kerîm, peyama serxweşiya arasteyî malbata û kesûkarên wî kir.

Di peyama hevxemiya Serok Barzanî de hat “Mixabin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê dilsoz û niştîmanperwer û lêkolînerê edebî mamoste Heme Mela Ebdilkerîm Muderîs gihêşt me. Bi vê boneya xemgîn de ji dil ve serxweşiyê li we, birêz û kesûkar û xizim û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim.”

Derengiya şeva borî, nivîskarê navdar ê Başûrî Mihemedê Mela Kerîm, ku demek dirêj bû nexweş bû, di temenê 86 salî de jiyana xwe ji dest da.

Mihemedê Mela Kerîm sala 1931 li gundê Biyare li devera Hewraman ji dayîk bibû. Bavê wî Mela Kerîm Muderis jî nivîskar û helbestvanekî navdar bû. Wî û bavê xwe gelek pirtûk nivîsandin û gelek şirove li ser helbestên kurdî belav kirin.

Mihemedê Mela Kerîm zimanên farsî û erebî baş dizanî. Herî zêde dîwanên helbestan yên helbestvanê mezin Mehwî, Nalî, Salim û Bêxud şirove dikir.