HDPê li Enqerê jî starta referandûmê da

Di 16ê Nîsanê de li Tirkiyê ji bo guherîna destûrê referandum dê pêk were. HDPê li piştî; Diyarbekir,Stenbol û Îzmîrê li Enqerê jî bi civînekê starta referandûmê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 16ê Nîsanê de li Tirkiyê ji bo guherîna destûrê referandum dê pêk were. HDPê li piştî; Diyarbekir,Stenbol û Îzmîrê li Enqerê jî bi civînekê starta referandûmê da.

Rêxistina Enqerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otêla Neva Palasê civîna starta referandûmê li dar xist. Parlementerê HDPê yê Enqerê Sirrî Sureyya Onder, rêveberên dam û dezgehên civakî, nûnerên HDKê û partiyên kurdistanî beşdarî di civînê de kirin.

Di civînê de parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder axaftinek kir û got; niha ligel hevserok û parlementerên wan bi hezaran xebatkarên partiya wan di girtîgehan de ne, li bajarên Kurdistanê û li seranserê Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin, ji ber vê yekê dê di referandûmê de bibêjin nexêr. Onder di berdewamiya afaxtina xwe de li ser helwesta Ak Partiyê ya derbarê wan de sekinî û wiha pê de çû;

 “Serokkwezîr Bînalî Yildirim li qadan bi axaftinên xwe rê li ber êrîşên li ser me vedike. Ev yek tê wateya ku hûn dikaran HDPyiyan bikûjin û hûn dikarin wan lînç bikin. Ew dikarin li qadan bi vî awayî tev bigerin lê ez di 17ê Avrêlê de ji bo wan sebrê dixwazim ji ber ku dê dengê na xûrt derbikeve. Bi anketan helwesta gelê kurd diyar nabe. We bajarên Kurdan talan kirin, gelo, gelê Kurd dê çawa dengê erê bide we. Çi bikin bila bikin nikarin me dîl bigrin.”

Piştî axaftina Sirri Sureya Onder civîn ji çapemeniyê re girtî domand.