Erdogan: Putin got, YPG ne girîng e!

Piştî hevdîtina xwe li gel Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskow, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di firokeyê de bersîvên rojnamevanan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî hevdîtina xwe li gel Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskow, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di firokeyê de bersîvên rojnamevanan da.

Di bersîvên xwe yên girêdayî pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê de, Erdogan diyar kir, ku “Têkiliyên navbeyna Moskow û Enqere dikevin pêvajoyek gelek erênî û berfereh de. Bi taybetî di ware aborî de armanca Tirkiye û Rûsya gihiştina 100 milyar dolaran di ware kirîn û firoştinan de ye. Li ser nêzîkahiya her du dewletan asoyek baş xuya dike.”

Li ser pirsek girêdayî pêwendiyên Rûsya li gel YPGê, Erdogan bi berferehî bersîv da û got, ku “Putin diyar kir, ku bi awayekî germ li YPG temaşe nake. Li dijî pêkanîna desthilateke wan e jî.”

Erdogan pêr bi serdanekê çûbû Rûsyayê, pêwendiyên aborî yên herdu welatan û hevrêziya herdu welatan li Sûriyê û pirsa Kurdî, mijarên sereke yên civîna ligel Putin bûn.