Asayişa Dêrikê zarokeke 8 salî binçav dike

Li bajarê Dêrikê zarokeke 8 salî ji aliyê Asayişa Rojava ve hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dêrikê zarokeke 8 salî ji aliyê Asayişa Rojava ve hat binçavkirin.

Bi boneya serhildana 12 Adara 2004an, li bajarê Dêrikê merasîma bîranîna serhildana 12 Adarê birêve çû, lê ji ber hêzên asayişê rêgirî li welatiyan dikin, hindek alozî di navbera xelkê û hêzên asayêşê de derketin.

Li gor zanyariyên K24ê jî, zaroka 8 salî ya bi navê Dîlan Hacî Ehmed bi sedema ku cilûbergên Pêşmergeyan li xwe kiribû, ji Aliyê asayêşê hat binçavkirin.

Li gor wan zanyariyan, dema ku xelk berve mezara şehîdên serhildana 12 Adarê ve diçûn, alozî di navbera Asayişa Rojava û xelkê de dirketin.