Şêx Cafer: Erkê Pêşmerge parastina serxwebûna Kurdistanê ye

Fermandarê Yekîneya 70 ya Hêzên Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand, bi dawîhatina şerê DAIŞê, erkê Pêşmerge bidawî nabe.

 

K24 – Kerkûk

Fermandarê Yekîneya 70 ya Hêzên Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand, bi dawîhatina şerê DAIŞê, erkê Pêşmerge bidawî nabe.

Fermandarê Yekîneya 70 ya Hêzên Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa li Kerkûkê di çarçoveya gotarekê de, ku bi boneya derçûna xuleke Pêşmerge pêşkêş kir.

Şêx Cafer got: “Berî hatina Pêşmerge bo van navçeyan, artêşa Iraqê li wan navçeyan bûn û li pêş DAIŞê têk çû û valahiyek çê bû, ku mezintirîn gef li ser xelkê wan navçeyan çê bû. Hêza Pêşmerge jî hatin van navçeyan û karîn wan navçeyan û xelkê wê biparêzin.”

Şêx Cafer got jî: “Pêşmerge karî hemû pêkhateyên wan navçeyan ji Tirkmen û Ereb ji DAIŞê biparêzin, ev jî cihê şanaziyê ye ji Pêşmerge re.”

Şêx Cafer tekezî li ser wê yekê kir, serxwebûn nêzîk e û erkê Pêşmerge jî parastina serxwebûna Kurdistanê û wan destkeftên ku bi xwîna şehîdan bidest hatine, ye.