Li Izmîrê komkujiya Helebçeyê hat bibîranîn

Li Izmîrê li ser komkujiya Helebçeyê panêlek hate lidarxistin. Di panêlê de ji bo şehîdên Helebçeyê rêz hate girtin û sedem û encamên komkujiyê hatin nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Izmîr

Li Izmîrê li ser komkujiya Helebçeyê panêlek hate lidarxistin. Di panêlê de ji bo şehîdên Helebçeyê rêz hate girtin û sedem û encamên komkujiyê hatin nirxandin.

Beriya 29 salan, di 16ê Adara 1988an de bi fermana Serokê Iraqê yê wê deme Seddam Huseyn, artêşa Iraqê bi bombeyên kîmyewî êrîşî bajarê Helebçeyê kir û di encama wê de bi hezaran Kurd şehîd bûn û gelek kesên ku jê xilas bûn jî seqet man. Li avahiya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya şaxa Izmîrê jî ji bo komkujiya Helebçeyê panêlek hate lidarxisin û ji bo kesên ku di wê êrîşê de hatibûn kuştin rêz girtin.

Serokê Hak-Parê Reşat Ozturk jî ev komkujî şermezar kir û got ku ji bo rê li ber komkujîne din bê girtin divê hemû Kurd ligel hev tevbigerin. Ozturk ji K24ê re jî wiha axivî: “ Helebçe birîneke giran e ji ber vê yeke jî em dixwazin ku careke din Helepçe nebin. Îro civandina me ji bo Helebçeyê ye. Dema ku Kurd bibin yek, dest bidin hev tu Helebçeyên din ji şûnde çênabin, li her çar parçeyan  Kurdistanê înşelleh çênabin.”

Di panêlê dê êş û trajediya Helebçeyê bi wêneyan hate pêşandan. Herwiha hate bibîrxistin ji ber ku komkujiya Helebçeyê li hemberî Kurdan hatibû kirin hemû dewlet bêdeng man. Nezîr Arifê ku Kurdê rojavaye û ji Amûdeyê jî dibejê, ew ji destpêke ve derdiketin kolanan û serê penc deqîqeyan disekinîn ji bo komkujiya Helepceyê lê belê niha li Izmîrê eleqeya Kurdan ji çalakiyên wisa re kêm e.

Kurdê Rojava Nezîr Arif jî got jî: “ Kurdên li vê dere ne wek Kurdên me yên Surî ne. Em zêdetir ji wan bîr dibin û em ji wan re dibêjin bi me re derkevin, karesetên ku be çi bi serê me hatiyê em bi bîr bînin û em spasiya wan jî dikin. Em bi hevre yek bin, yek dest bin dema ku em ne bi hevre bin kare zor e.”

Li aliyekî din di panêlê de peyamên aştiyê hatin dayîn û beşdaran hêviyên xwe anîn ziman ku careke din Kurd bi komkujiyên wiha re rûbirû nemînin. Lê belê beşdar jî dibêjin li devereke wisa ku girseyeke mezin ku Kurd lê dijîn divê her gav ew li dîroka xwe xwedî derkevin û ji bo bûyerên wisa pêk neyên divê her gav êşên xwe bi bîr bînin.