Kerestecîoglu: Divê Tirkiye li kiryarên xwe binêre
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentera HDP Fîlîz Kerestecîoglu derbarê krîza navbera Hollanda û Tirkiyê de got, divê Tirkiye beriya her tiştê li kiryarên xwe binêre ku, sala 2015'ê nehîştin 2 wezîr derbasê navçeya Cizîr ya Şirnexê bibin.
Cîgira Koma HDPê Kerestecîoglu li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemenî darxist û got, hikûmet qaşo gef li Ewropayê dixwe ku dengên Belê di referandumê de zêde bike û aliyên neteweperest bikşîne ba xwe. Ewropa çawa misilmanan neyar nîşan dide, AKP jî her tim Ewropayiyan neyar nîşan dide.
Da zanîn, rayedarên hikûmetê bo bercewendiyên xelkê û pêşxistina pêwendiyan naçin Ewropayê, bo bangêşiya desthilatiya takekesî diçin û pişt re jî nîşan didin ku qaşo wan welatan Tirkiye nexwestine.
Kerestecîoglu got, ew wek HDP, digel hemû kêşe û astengiyan dixwazin ku, azadiya axaftin û xwepêşandanê li hemû cîhanê hebe. Lê divê Tirkiye beriya her tiştê li xwe binêre û desthilatiya niha beriya du salan nehîştin wezîrên hikûmetê biçin Cizîrê.