Desteya Navxwe li Cizîrê hişyariyê dide partiyên siyasî

Desteya Navxwe li Cizîrê Kenan Berekat hişyariyê dide partiyên siyasî yên Kurd, heger di 24 demjimêran de muhletan wernegirin, dê ji aliyê hêzên asayişê ve bêne girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Navxwe li Cizîrê Kenan Berekat hişyariyê dide partiyên siyasî yên Kurd, heger di 24 demjimêran de muhletan wernegirin, dê ji aliyê hêzên asayişê ve bêne girtin.

Serokê Desteya Navxwe li Cizîrê Kenan Berekat di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Li gorî zagonên Rêveberiya Xweser pêwist e hemû partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê di heyama 24 demjimêran de Muhletên vekirina nivîsgehên partiyên xwe ji Komîta Şopandina Partiyan ya bi ser Desteya Navxwe ve werbigrin.

Berekat hişyarî jî da ku, heger di heyama 24 demjimêran de nûnerên partiyan serdana komîta navbûrî nekin, dê nivîsgehên wan ji aliyê hêzên asayişê ve bêne girtin.

Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ji aliyê TEV-DEMê ve di destpêka sala 2014an ve, merc ji bo karê siyasî û vekirina baregehên partiyan danîn.

Lê ENKSê û partiyên di nava wê de dibêjin, ew rêveberî ne rewa ye û ne jî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, loma ew muhletan jê wernagirin.

Hercar jî baregeh û nivîsgehên ENKSê rastî êrîşan. Herî dawî jî ji destpêka vê mehê ve piraniya baregehên Encûmena Niştinamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) rastî êrîşan hatin û piraniya wan jî hatin şewitandin.