Li Colemêrgê, 24 “Herêmên Ewlekariyê”
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, 24 dever wek "Herêmên Ewlekariya Taybet" hatin ragehandin.
Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir, li 24 deverên girêdayî navenda Colemêrgê, navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê, ji 14 Adarê heta 28'ê Adarê wek herêma ewlekariya taybet hatine diyarkirin.
Hat ragehandin, li deverê operasyonên Artêşa Tirk li dijî PKK berdewam dike û bo ewlekariya can û malên sivîlan, ev biryar hatiye dayîn.