Nimsayê jî rê nade wezîrên Tirkiyê

Serokwezîrê Nemsayê Kristîan Kern da xuyakirin, ew razî nabin wezîrên Tirkiye li Nemsayê bangêşiya referandûmê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Nemsayê Kristîan Kern da xuyakirin, ew razî nabin wezîrên Tirkiye li Nemsayê bangêşiya referandûmê bikin.

Nemsa jî bangêşiya referandûmê ya rayedarên Tirkiyê qedexe kir. Serokwezîrê Nemsayê da xuyakirin, heger wezîrên hikûmeta Tirkiyê bixwazin kampanya referandûmê li welatê wî bikin, bo astengkirinê çi ji destê wan were dê bikin.

Kern got, ji ber ewlekariya civakî û dewletê, ewê biryarên qedexeyê bidin.

Berî çend rojan Hollandayê jî rê neda Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawûşoglu serdana Holandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike. Heriha rê neda Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya li wî welatî û bangêşiya referandûmê bike.