ENKS: PYD tolhildana siyasî dike

Di encama bûyerên ku li Şingalê di navbera hêzên Pêşmerge û PKKê de rû dane, bandora wê gihişte Rojavayê Kurdistanê û wek karvedanekê hejmarek ji nivîsgehên ENKSê ji aliyê hin kesên nenas ve hatin şewitandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di encama bûyerên ku li Şingalê di navbera hêzên Pêşmerge û PKKê de rû dane, bandora wê gihişte Rojavayê Kurdistanê û wek karvedanekê hejmarek ji nivîsgehên ENKSê ji aliyê hin kesên nenas ve hatin şewitandin.

Komîta Yasayî ya ENKSê di daxuyanyekê de, Ciwanên Şoreşger ku girêdayî Rêveberiya Xweser in tawanbar dikin. ENKSê jî ev kiriya bi “Tolhildaneke siyasî” binav kir.

Endamê Komîta Yasayî ya ENKSê Ridwan Sîdo di vê derbarê de jî ji K24ê re axivî û got: “Heger ev kiryar berdewam bikin, emê hewl bidin van kiryaran bighînin saziyên navdewletî ku fişarekê bikin û sînorekê ji wan re deynin. Herweha ev rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê ne rêveberiyeke xweser e û tenê xizmeta berjewendiyên PYD dike.”

Ji aliyê xwe ve, Desteya Navxwe ya Cizîrê, nerazîbûna xwe derbarê van kiryaran diyar dike û tekez dike ku êrîşên bi ser nivîsgehan yan jî şewitandina wan, ne rewa ye û hêza asayişê gelek kes girtine û lêpirsîn bi wan re berdewam e.
Serokê Desteya Navxwe Kenan Berekat ji K24ê re got: “Ew kesên ku nivîsgeh şewitandine hatine girtin û dadgeh dê wan siza bike. Em qebûl nakin ku hin kes van kiryaran bikin di bin sîwana tolhildanên siyasî de. Em ti kesî qedexe nakin ji ber nerînên wan yên siyasî. Erkê me ew e, em wan biparêzin, lê pêwist e muhletên xwe werbigrin.”

Partiyên di nava ENKSê de dibêjin ku ev kiryarên têne kirin çi girtina endamên wan yan jî şewitandina nivîsgehan bin, karvedanên PYD û alîgirên wê ne, ku projeyên wan di warê leşkerî û siyasî de têk diçin.