Tirkiyê daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê red kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê, daxuyaniya Yekîtiya Ewropa ya derbarê pêwendiyên Tirkiyê û Hollandayê red kir.
Nûnera Siyaseta Ewlekarî û Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî dabû xuyakirin, her endameke Yekîtiya Ewropayê xwedan maf e ku destûra civînan bide yan nede û ji aliyan xwestibû agirê aloziyan kêm bikin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, daxuyaniya Yekîtiya Ewropa piştevaniya Hollanda dike û ji rastiyê dûr e. Wezareta Derve ya Tirkiyê destnîşan kir jî, ev helwest û kiryar metirsîdar in.
Berî çend rojan Hollandayê jî rê neda du wezîrê serdana Holandayê bikin û derbarê referandûmê de gotaran pêşkêş bikin. li Tirkiyê jî daxuyanên tund ji aliyê berpirsên pilebilind derbarê helwesta Hollandayê de derketin.