Navdarên Kurd: Şakirê Xudo
K24 – Navenda Nûçeyan
Profesor Şakirê Xudoyê Miho di sala 1930 li devera Elegez a Ermenistanê jidayîk bûye, malbeta wî kurdên Êzîdî ye û ji eşîra Sipkî ne û di sedsala 19'an da ji ber êrîşên Osmaniyan ji bajarê Qersê koçber kirinin û çûnin Ermenistan ê.
Profesor Şakirê Miho li sala 1948 li zanîngeha Êrîvan li beşa dîrokê dest bi xwendina bilind kir û sala 1952 zanîngeh qedand û bû bi mamosteyê dîrokê.
Profesor li gel gelek xebatên akademîk û rojnamenivîsiyê, li sala 1994 li gel Prf. Lazerev. Prf. Hesretyan, Dr. Beşîr Sebir, Dr. Jîngalîne, Dr. ZarêTusupovne, Dr. Vasîlîvne, Dr. Museylan û Dr. Simîrnove Navenda Lêgerîna Kurdî li Moskowayê ava kir û bû berpirsiyarê vê navendê.
Vê navendê heta niha 14 pirtûk û broşûr bi zimanê Rûsî û Kurdî derxistiye.
Profesor Miho heta niha zêdetir ji 20 pirtûkên cûr bi cûr derxistiye û li cîhanê beşdarî dehan konferansan bûye û hertim hewl daye ji bo yekgirtina dengê Kurd.
Prof. Dr. Şakirê Xudoyê Miho 1.02.2007 da saet li derûdora 7-a li Moskovayê li mala xwe ji ber rawestana dil di 77 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Roja 27'ê sermawezê 2005 li hola Dîlan a pirtûkxaneya giştî ya Silêmanîyê di merasîmekê de xelata zêrîn ya Pîremerd ya bo sala 2004 pêşkeşî Profesor Şakiro hatibû kirin.