Baregeha ENKSê li Girêkê Legê hate teqandin

Xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hate teqandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hate teqandin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, şeva borî baregeha Xwecihiya Girkê Legê ya ENKSê ji aliyê kesine nenas ve hate teqandin, di encamê de ti ziyanên canî nebûn.

Ev teqandina Xwecihiya Girkê Legê di demekê de ye, ku şeva borî hêzên ser bi Rêveberiya Xweser 15 nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê daxistin.

Ji roja 3 Adarê ve, ji derkertina aloziya di navbera hêza Pêşmerge û PKKê li Komelgeha Xanesorê ya li Şingalê, piraniya baregeh û nivîsgehên ENKSê û partî û rêxistinên ser bi wê ve ji aliyê grûpên nenas ve rastî êrîş, teqandin û şewitandinê tên.