Çîroka wêneyê "Şahidê Bêdeng"

Komkujiya Helebçeyê, bi wêneyê bavekî ku kurê wî di hembêza wî de şehîd bûne, li hemû cîhanê belav bûbû û wêne weke şahidê bêdeng di dîrokê de cîh girtîbû. Ramazan Ozturkê rojnameger ku ev wêne girtibû li Stenbolê, ji Kurdistan24 re behsa çîroka wêneyê û jenosîda Helebçeyê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Komkujiya Helebçeyê, bi wêneyê bavekî ku kurê wî di hembêza wî de şehîd bûne, li hemû cîhanê belav bûbû û wêne weke şahidê bêdeng di dîrokê de cîh girtîbû. Ramazan Ozturkê rojnameger ku ev wêne girtibû li Stenbolê, ji Kurdistan24 re behsa çîroka wêneyê û jenosîda Helebçeyê kir.

Dema behsa komkujiya Helebçeyê tê kirin bêgûman ev wêne tê bîra mirovan. Di wêneyê de ku wek şahidê bêdeng tê zanîn bavekî ku kurê wî di nav milê wî de ji ber çekên kîmyewî canê xwe ji dest dane tên dîtin. Wêne ji aliyê Ramazan Ozturkê rojnamegerê Kurd ve hat girtin. Ozturk çîroka wêneyê dîrokî bi Kurdistan24 re parve kir.

Rojnameger Ramazan Ozturk dibêje: “Gava Saddam li Helebçeyê bi çekên kîmyewî dest bi operasyonê kir wek rojnameger ji Tirkiyê ez çûm Tahranê û ji vir jî bi firokeyên ku tê de rojnameger hebûn em anîn Helebçeyê. Ez dema li kolanên Helebçeyê dimeşiyam bi hezaran termên zarok, jin û kal di nav hev de bûn û bîhna termên wan li ser asîmanê belav bûbû. Min digot wêneyekî bigirim ku bila haya hemû cîhanê ji vê jenosîdê çêbibe û min wêneyê bavekî ku kurê xwe hembêz kiriye dît piştre min wêneyê wan girt.”

Dema bomberandina li Helebçeyê, dest pê dike bav û kur dixwazin birevin lê mirin li ber deriyê wan digire. Ozturk got: “Çîroka Omer Hawar gelek balkêş e jî. Omer Hawar bavê 7 keçikan e û dixwaze kurekî wî çêbibe axirî cêwiyên wî çêdibin. Dema bomberandin dest pê dike ji bilî Omer û kurê wî hemû malbat xwe digihînin pîqapekî Omer jî bi kurê xwe yê 6 mehî re derdikeve derva dixwaze biçe cihekê bi ewle lê li ber deriyê bi çekên kîmyewî dimirin. Di wêneyê de jî tê dîtin ku bav bi dest û milê xwe ji bo kurê xwe bûye stargeh.”

Makîneya wêneyê ya ku Ozturk ev wêne girtiye jî li muzexaneya Helebçeyê tê veşartin. Wêne di kovarên navdar ên wek Time û Newsweek de jî di nav 5 wêneyên herî baş ên cîhanî de belav bû.

Ozturk rexne li hemû dewletên cîhanê digire ku li hemberî komkujiya Helebçeyê bêdeng mane, herwiha ji ber ku Kurd komkujiya Helebçeyê bi cîhanê baş nedane bihîstin gelek nîgeran e.