YPG destpêkirina Operasyona bajarê Reqayê diyar dike

YPGê ragihand, operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê dê di destpêka nîsanê de dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

YPGê ragihand, operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê dê di destpêka nîsanê de dest pê bike.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ji ajansa “Reuters” re ragihand, rizgarkirina bajarê Reqayê dê di destpêka meha nîsana îsal de dest pê bike û kontrolkirina wê jî  dê çend hefteyan berdewam bike.

Hemo tekez jî kir, ku YPG dê beşdariyê di wê operasyonê de bike tevî dijayetya Tirkiyê ji beşdariya wan re.

Fermandarê Giştî yê YPGê aşkere jî kir, ku amedekariyên wan temam in ji aliyê çek û hejamara çekdaran ve û hejmara wan bes e ji bo wê qonaxê.

Ev yekem car e ku serkirdeyekeyê YPGê demê destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê aşkere dike.

HSDê ku YPGê hêza wê ya sereke ye, operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya kontrolkirina derdora Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû, niha jî ew operasyona di qonaxa xwe sêyemîn de birêve diçe.

Berî du rojan ji hat ragihandin, bo amadekariyên kontrolkirina Reqayê, Amerîka bi niyaz e nêzîkî hezar leşkerên xwe yên din bişîne Rojavayê Kurdistanê.