“Ala Kurdistanê li Tirkiyê hate bilindkirin, çima li Kerkûkê na”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm radigihîne, ala Kurdistanê li Tirkiyê hate bilindkirin, çimê ew al li parêzgeha Kerkûkê nayê bilindkirin.

K24 – Kerkûk

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm radigihîne, ala Kurdistanê li Tirkiyê hate bilindkirin, çimê ew al li parêzgeha Kerkûkê nayê bilindkirin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di konferanseke rojnamevanî derbarê ku hin alî li dijî bilindkirina ala Kurdistanê li Parêzgeha Kerkûkê derketibûn de ragihand ku, ala Kurdistanê li Tirkiyê hate bilindkirin, çimê ew al li parêzgeha Kerkûkê nayê bilindkirin.

Herwiha Kerîm da zanîn ku, Kerkûk wek bajarekî ku nakok li ser heye, ev hestiyariya ji aliyê hin kesan ve li hember ala Kurdistanê ne di cihê xwe de ye. Hêvîdar in Encûmena Parêzgeha Kerkûkê deng li ser wê pirsê bide, da ku bibe dîfakto.

Herwiha Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm amaje bi wê yekê jî kir ku, bi hezaran Pêşmerge xwîna xwe bo parastina Kerkûkê rijandine û şehîd bûne, pêwîst e weke wefadariyekê ji pêkhateyên parêzgehê ji wan Pêşmergeyan re ala Kurdistanê were bilindkirin.

Kerîm diyar kir jî, dema Serokwezîrê Iraqê serdana parêzgehê kir û ala Kurdistanê ligel ya Iraqê dît kêfxweş bû.

Dema ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tirkiyê kir bi bilindkirina alaya Kurdistanê li ser her du firokxaneya Stenbolê pêşwazî lê haribû kirin.

Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin, heta niha Encûmena Parêzgehê bow ê mebestê ne civîne.