Li Mêrdînê merasîma zewaca komdarî

Li Mêrdîna bajarê Kurdistanê ji aliyê şaredariyê ve bi merasîmeke zewaca komdarî ciwan hatin zewicandin. Di merasîmê de miraza 41 bûk û zavayî bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Mêrdîn

Li Mêrdîna bajarê Kurdistanê ji aliyê şaredariyê ve bi merasîmeke zewaca komdarî ciwan hatin zewicandin. Di merasîmê de miraza 41 bûk û zavayî bû.

Li navçeya Qosera ser bi Mêrdînê ve ji aliyê Miduriyeta Xîzmetên Jin û Ciwanan ya Şaredariya Bajarê Mezin ve çalakiyeke gelek rengîn hate sazkirin. Di vê çalakiyê de bi dehan xort hatin zewicandin. Di çalakiya zewica komdarî de kelecanî di asta herî rajor de bû û dost û yarên ciwanan jî ew bi tenê nehîştin û ji bilî malbatan gelek kesî beşdarî li merasîmê de kir. Di merasîma zewaca komdarî de 41 bûk û zava di vê roja xwe ya taybet de bi şahiyeke cihêreng gihîştin mirazên xwe.

Zava Ahmet ji K24ê re got: “Îro em 41 kes zewicîn û aqubet li bêzewacan be. Walî ji me re çêkir ev bername û bila xwedê jê razî bibe.”

Di vê merasîma rengîn ya zawaca komdarî de keleporên kurdewarî jî nehatin jibîrkirin û beriya ku bûk bikevin salonê li pêşiya wan hêk hatin şikandin da ku bextê wan vekirî be. Bûk û zavayan hem bi tena serê xwe hem jî bi malbat û mêvanên beşdar re wêne kişandin. Piştî xwarinê ji bo wan paste hate birîn û hemû bûk û zava li ser holê bi dansê girtin û li ber def û zirneyê jî govend gerandin.

Bûk Hamîde Yaman jî dibêje: “Ez gelek kêfxweş bûm ku ez bûm bûk û bûkanî xeyalê her keçikan e ku wê li xwe bikin. Ez pir kêfxweş bûm û ji herkesî re spas dikim. Me ji xwe re leyîst û em pir şa bûn.”

Di vê çalakiya cihêreng de hin axaftin jî hatin kirin û ji bo bûk û zavayên nû pêşniyazên baş û dahatûyeke bi şên hate daxwazkirin. Di merasîmê de mahra 41 bûk û zavayî hate kirin. Piştî mahrê her bûk û zavayek bi zêrekî hate xelatkirin û nasnameya zewacê jî ji bo wan hate dayîn.