Li Mûsilê, guleyeke Hawinê li nêzîkî tîma K24ê dikeve

Îro di dema rolmalkirina şerê Mûsilê de, guleyeke Hawinê li nêzîkî tîma rojnamevanî ya Kurdistan24ê ket, xweşbextane peyamnêr û karmendên Kurdistan24ê sax in.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro di dema rolmalkirina şerê Mûsilê de, guleyeke Hawinê li nêzîkî tîma rojnamevanî ya Kurdistan24ê ket, xweşbextane peyamnêr û karmendên Kurdistan24ê sax in.

Peyamnêrê K24ê Zerdeşt Hemê li Mûsilê ragihand, “Di dema me dixwast berve taxên kevnar yên Mûsilê biçin û dawî zanyariyên derbarê şerê di navbera artêşa Iraq û DAIŞê werbigirin, guleyeke Hawinê li nêzîkî tîma me ket. Xweşbextane ti ziyan negihêşt me û em hemû sax in, lê otombîla me bi ber ziyanê ket.”