Leşkerekî Tirk li nêzîkî sînorê Sûriyê hate kuştin

Leşkerekî Artêşa Tirk, li bajarê Hatayê ser sînorê Sûriyê hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Leşkerekî Artêşa Tirk, li bajarê Hatayê ser sînorê Sûriyê hat kuştin.

Hat ragehandin, hin çekdaran ji aliyê Sûriyê, bi çekan baregeha serbazî ya gundê Bukulmezê navçeya Reyhanlî guleberan kirine.Di encamê de leşkerekî Artêşa Tirk canê xwe ji dest da.

Hê naye zanîn, êriş ji hêla rejîma Sûriyê yan dijbereyan hatiye kirin û cureya çekê jî nehatiye diyarkirin.

Herwiha ev yek di demekê de ku, îro topxaneyên artêşa Tirkiyê gundên Efrînê (Senarê, Xelîl Gulko, Memila) yên nêzîkî sînorê Tirkiyê topbaran dike.