Tillerson: Tirkiyê gefa DAIŞê ji sînorê xwe dûr xistiye

Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson dibêje, Tirkiye gefa DAIŞê ji ser sînora Sûriyê dûr xistiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson dibêje, Tirkiye gefa DAIŞê ji ser sînora Sûriyê dûr xistiye.

Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson di civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de axivî û da zanîn ku, Tirkiye bi operasyona Mertala Ferêt gefa DAIŞê ya li ser sînora Sûriyê dûr xistiye û pêwendiya DAIŞê bi sînora Tirkiye û Sûriyê re nemaye. Herwiha hêvî dike jî ku ev encam mayînde be.

Tilerson got hevkarên wan ên dewletên misilman di şerê DAIê de roleke mezin dilîzin û li hemberî hizra nedirûst ya ayînî şer dikin. Ger ew hevkariya hevdu bikin, hêza wan ji DAIŞê zêdetir dibe.

Tirkiye ji 24ê Tebaxê ve ketiye nava xaka Sûriyê operasyonek berfireh bi navê “Mertala Ferêt birêve dibe.

Civîna 68 welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington de dest pê kir û Fûad Hisên wek Nûnerê Herêma Kurdistanê beşdariyê di civînê de dike.

Herwiha Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu jî ev 2 roj in li Amerîkayê ye û beşdarî civîna Şerê DAIŞê dibe.