Li Qamişlo pêşangeha enkîtan hate vekirin

li bajarê Qamişlo pêşangeheke şûnwaran li ser gundê Til Şeîrê û entîkeyên ku di girê wê de hatine dîtin li dar ket. Pêşangeh ji aliyê komeleya Sobarto û bi alîkariya şanda Til Şeîrê ya şûnewaran bi rêve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

li bajarê Qamişlo pêşangeheke şûnwaran li ser gundê Til Şeîrê û entîkeyên ku di girê wê de hatine dîtin li dar ket. Pêşangeh ji aliyê komeleya Sobarto û bi alîkariya şanda Til Şeîrê ya şûnewaran bi rêve diçe.

Pêşangeha şûnewaran ya taybet bi gundê Til Şeîrê yê kevnar ku girekî şûnewarî ji berî 7800 salî ve li gund dimîne li bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Ji hijmara 2 hezar wêne, 28 tabloyên ku entîkeyên herî giring di gir de hatine dîtin hatine hilbijartin û di pêşingehê de têne nemayiş kirin.

Dr.Silêman Ilyas pisporê şûnewaran dibêje ku ji hijmara 50 girî ku lêkolîn liser wan hatine kirin, û jiber giringiya wê ya dîrokî gundê Tilşeîrê hate hilbijartin.

Pêşangeha navbûrî ji alî komeleya Sobarto ya dîrok û kevneşopiyên Kurdî ve tê li dar xistin. Sê rojan ev pêşangeh wê berdewam be û ji ber giringiya wê ya dîrokî,pêşbîne li gelek bajarên devera cizîra rojavayê kurdistanê bête nemayiş kirin.

Girê gundê Til Şeîrê li gorî dîroka Mezopotamiya navendeke rêvebirî bû di serdema Horî û Mîtaniyan de û yek ji giringtirîn gire ji hijmara 1048 cihên şûnewarane li parêzgeha hesekê.

Ji hijmara 4-5 hezar entîkeyên ku ji gir hatine derxistin û lêkolîn liser wan hatine kirin, tenê nêzî 400 parçeyên şûnewariyê hatine parastin di mozexaneyên deverê de û ji ber sedemên ewlehî yên ne cîgir karê lêkolînê ji alî pisporan ve hatiye rawestandin.