Baroya Diyarbekirê ji bo Kemal Kurkut, doz vekir

Baroya Diyarbekirê, ji bo Kemal Kurkut ê ku di Newroza 2017’an a Diyarbekirê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin de doza giliyê vekir. Di daxwaznameya giliyê de hat amajekirin ku polîsî bi qestî Kemal Kurkut kuştiye û peywira xwe bi bi kirêtî bi kar aniye. Li ser navê Baroyê, Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen daxwaznameyê da. Li gorî daxwaznameya hat dayîn, tu şik û delîleke ku bişibe xwekujiyê li ser Kurkut nehatiye dîtin.

K24 – Diyarbekir

Li Newroza Diyarbekirê ya 2017’an, kuştina ciwanê bi navê Kemal Kurkut di rojevê de bû sedema nîqaşan. Di 21’ê Adarê, roja Newrozê de hat amajekirin ku Kemal Kurkut bi şika bombe di çenteyê wî de ye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Piştî kuştina Kurkut, Parêzgeriya Diyarbekirê jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku, ciwanê navborî destûra lêgerîna çenteyê xwe nedaye û bi kêrê êrîş li polîsan kiriye; piştre bi çenteyê ser xwe ber bi girseyê ve beziyaye. Parêzgeriyê da zanîn ku piştî Kemal Kurkut beziyaye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Baroya Diyarbekirê li ser amajeya; “Tevî çenteyê xwe ber bi girseyê ve beziyaye…” red kir û diyar kir bûyer roja Newrozê saet di navbera 07:30-08:00’an de çêbûye û di wê saetê de hîn girseya Newrozê neciviyaye.

Baroya Diyarbekirê jî da zanîn ku li ser dîmenên di çapemeniyê de belav bûne û lêkolînên ku hatine kirin; tu tiştekî ku şika bomberêjiyê li ser Kurkut hebe, ne xuyaye û polîs bi awayekî qestî ew kuştiye.  Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen, li ser navê Baroyê doza girtina polîsên ku Kemal Kurkut kuştiye kir û ji bo polîsên din ên li cihê bûyerê jî doza cezakirinê kir.