Xelatên çapemeniyê yên 2016an hatin belavkirin

Komeleya Rojnamgerên Hemdem Xelatên Serkeftinê yên sala 2016an bi rêya merasîmekê belav kirin. Rojnamgerên ku xelat wergirtin di axaftinên xwe de dawaza berdena rojnamegerên girtî kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Komeleya Rojnamgerên Hemdem Xelatên Serkeftinê yên sala 2016an bi rêya merasîmekê belav kirin. Rojnamgerên ku xelat wergirtin di axaftinên xwe de dawaza berdena rojnamegerên girtî kirin.

Li Enqerê ji aliyê Komeleya Hemdem ya Rojnamegeran ve merasîma Xelatdayîna Nûçeyên Serkeftî ên Sala 2016an hate sazkirin. Di merasîmê de ji beşa nûçeyan bigirin heta ya bi televizyongerî, karîkatûr, bernameyên radyoyê û çapemeniya herêmî 25 kesan xelat wergirt. Merasîma xelatdayînê ya li Enqerê ku li Navenda Hûnerên Hemdem birêve çû de bi axaftina Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay dest pê kir. Abakay di axaftina de banga berdana wan rojnamegerên girtî kir û got; ji bo Demokrasî û azadiya çapemeniyê divê hemû dozên ku li dijî rojnamegeran hatine vekirin bên betalkirin. Piştî axaftina serokê komeleyê nameyên Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî hatin xwendin.

Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay di axaftina xwe de got: “Komeleya Hemdem ya Rojnamegeran kete 39 saliya xwe. Ev komele 39 sal in ku li dijî otorîteyên siyasî, patronên medyayê, derbrina raman, mafê rojnamegeran û azadiya rojnamegeran diparêze bê şer û merc. Di van 14 salên dawîn de çewsandinên li ser çapemeniyê gihîşte qonaxa herî rajor. Niha li vî welatî 158 rojnameger girtîne. Tenê Serokkomar heta niha 2 hezar doz vekirine li dij rojnamegeran. Ne mimkÛne ku em vê yekê qebûl bikin.”

Nûçegihana beşa Tirkî ya BBCyê Hatîce Kemer derbarê nûçeyên xwe yên li ser Cizîr û Diyarbekirê ku di wan serdemên qedexeya derketina derve de çêkiribûn xelat wergirt. Kemer di axaftina xwe got di serdemeke ku tû nûçeyên ji herêmê nayên weşandin de wergirtina wê ya vê xelatê gelekî qîmet û rûmet e. Xelata hevkariyê bo rojnamegerê girtî Ahmet Şik hate dayîn. Şik jî di peyama xwe de diyar kir ku êdî ew dixwaze xelatên nûçeyan wergire ne yên hevkariyê.

Nûnerê Komeleya Rojnamegerên hemdem yê Stenbolê Uğur Güç jî di gotina xwe de got: “Mixabin bi sedan rojnameger girtîne û gelek rojnameger jî her roj tên binçavkirin ku ji aliyê polîsan ve bi ser malên wan de tê girtin. Êdî hatiye wê radeyê ku em nikarin hejmara wan rojnamegerên ku dibinçavdene jî bişopînin. Rojnamegerên ku girtîne jî di bin rewşeke gelekî girande ya tecrîtê de ne.”

Du xelatên nûçeyan jî bo rojnameya Bîrgûnê hatin dayîn. Nûçeyên bi sernavê “Li Karamanê destdirêjiya 45 xwendevanên mêr hate kirin” û “Li kampa penaberan destdirêjî li 30 zarokî hate kirin” xelat wergirtin. Herwiha di 15ê Tîrmehê de di hewla darbeya leşkerî de derbarê dîmenên bombekirina parlamentoyê de nûçegihanê FOX TVyê Umut Yertutan û kameramanê wê Cemal Gokçamliyê ku niha xebatkarê Kurdistan24ê ye xelat wergirtin.