Ji bo Hevserokê DBP’ê 8 sal û 9 meh zîndan hat dayîn

Ji bo Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Hevserokê DBP’ê, di 13’ê Gulana 2016’an de ji ber tometa endamtiya rêxistina çekdarî hatibû girtin û piştî 5 mehan serbest hatibû berdan. Ji bo Kamûran Yuksek, biryara bi zor veguhestina edlî hat dayîn.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi 8 sal û 9 mehan ji bo girtîgehê hat cezakirin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, di 13 Gulana 2016’an de ji ber endamtiya rêxistina çekdarî hatibû girtin û piştî 5 mehan, di 7’ê Cotmeha 2016’an de serbest hatibû berdan.

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel jî di 6’ê Mijdara 2016’an de li ber Dadgeha Diyarbekirê hatibû binçavkirin û ji wê demê ve zindanîkirî ye.

Li gorî agahiyên ji DBP’ê hatine bidestxistin; hejmara endam û rêveberên DBP’yî yên ku niha di girtîgehan de ne, gihîştiye nêzî 5 hezaran.