Karwaneke din ji alîkariyên leşkerî gihêşt HSD

Bi nêzîkbûna operasyona Reqayê re, karwaneke nû ji otombîlên leşkerî yên Amerîkî gihişt destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

K24 – Navneda Nûçeyan

Bi nêzîkbûna operasyona Reqayê re, karwaneke nû ji otombîlên leşkerî yên Amerîkî gihişt destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Li gor jêderên xwecihî, di çarçova amadekariyên operasyona bajarê Reqayê re, hejmareke din ji otombîlên leşkerî û zirîpoşên Amerîkî  di deriyê Sêmalka yê sînorî yê bi Herêma Kurdistanê re gihiştin HSDê. 

Li gor heman jêderan jî ev alîkarî, otombîlên leşkerî, zirîpoş, alavên pêwîst ji şervanên HSDê re lixwe digire. herwiha hejmarek ji leşkerên Amerîkî jî digel wan de ye.

Ev alîkariya Amerîkî ji HSDê re di demekê de ye, Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo ragihandibû ku, rizgarkirina bajarê Reqayê dê di destpêka meha nîsana îsal de û bi beşdariya wan dest pê bike.

Ev ne yekem karwana alîkariyên Amerîkî ji HSDê re ye, berî niha jî hin alavên din yên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û bi taybet ku niha operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê nêzîk bûye.

Berê jî, Berdevkê HSD Telal Silo ji K24ê ragihandibû û aşkere kiribû ku di dawiya meha Çileya îsal de hejmarek ji otombîlên leşkerî gihêştin destên wan. Herwiha di destpêka vê mehê de jî, hejmarek ji hêzên Mareniz û  ketîbeyek topavêj gihêştin navçeyên wan.