Di doza Kemal Kûrkût de dozger daxwaza girtina polîsekî kir

Li Diyarbekirê di roja Newrozê de li qada pîrozbahiya Newrozê ciwanek bi navê Kemal Kûrkût bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Polîsên ku tevlî bûyerê bûn, piştî girtina îfadeyên wan serbest hatibûn berdan. Li ser vê yekê dozgerek li Diyarbekirê daxwaza girtina yek ji polîsên beşdarê bûyerê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanekî bi navê Kemal Kûrkût ku li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê xwendekar bû, ji bo ku Newrozê li Diyarbekir pîroz bike, hatibû Diyarbekir û roja Newrozê jî li qada Newrozê bi guleya polîsan hatibû kuştin. Li ser vê bûyerê Parêzgeriya Diyarbekirê lêpirsîn dabû despêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 2 polîsan hat girtin û polîsek bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatibû şandin û dadgehê jî biryara serbestberdana bi merc dabû. Li ser vê yekê dozgerê ku polîs bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiribû, îtîraza serbestberdana bi merc kir û daxwaz kir ku ew polîs were girtin. Sedem jî wekî “îhtîmala kuştina bi qest hatiye kirin” hat nîşandan.