Sekreterê Giştî yê NY gihêşte Hewlêrê
K24 – Hewlêr
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres gihêşte Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên pilebilind yên Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.
Biryar e Guterres piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serdana kampên koçberan bike û ji nêzîk ve agahdarî rewş û jiyana koçberan bibe.
Antonio Guterres di destpêka 2017an ve wek Sekreterê Giştî yê NY dest bi kar kir, berê jî Serokwezîrê Portugal bû. Ji sala 2005 û heta 2015an jî Komîserê Bilind yê Koçberan ya NY bû.