Peyama Erdogan a li diyarbekirê tê mereqkirin

Di çarçoveya bangeşiya Referandûma 16’ê Nîsanê de Serokomar Recep Tayîp Erdogan serdana Diyarbekirê dike. Di vê mijarê de peyamên serokomar bûne cihê mereqê ku gelo dê serokomar çi peyaman bide. Rayedarên Ak Partiyê li benda peyamên girîng in; lê li aliyê Partiya Herêmên Demokratîk, ji vê serdanê hêvî tune ye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Yek ji mitîngên herî girîng ên Referandûma 16’ê Nîsanê, li Diyarbekirê tê lidarxistin. Di vê mitîngê de Serokomar Recep Tayîp Erdogan dê xîtabê xelkê Diyarbekirê bike. Rabirdû dide nîşandan ku serdanên Serokomar ên ji bo Diyarbekirê her dem rojev daye destnîşankirin. Di derbarê vê serdanê de jî Cîgirê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Mehdî Eker dibêje ku Serokomar dê ji bo guhertinên mezintir dengê erê bixwaze.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker ji K24ê re wiha got: “Etrak û ekrat û laz û erep bi hevre bi awayeke aştiyane û bi biratî di nava aramiyê de bijîn. Bi giştî dê peyamên serokomar li ser van xalan be.”

Li aliyekî serdana serokomar a ji bo Diyarbekirê, bi xwe re kelecan û hêviyan derdixe holê; lê li aliyekî jî partiyên wekî Partiya Herêmên Demokratîk DBP vê serdanê ji aliyê xwe ve zêde watedar nabîne. Endama Lijneya Bilind a Meclisa DBP’ê, Fîkriye Aytîn jî di derbarê serdanê de bê hêvî ye.

Endama Lijneya Bilind a Meclisa DBP’ê Fîkriye Aytîn jî dibêje: “Hatina serokomar li cem me hêviyek çênake, gelo wê mesajên çawa bide û ji bo çit ê ez jî nizanim”

Ji ber ku di rabirdûyê de daxuyaniyên Serokomar ên li Diyarbekirê hatine dayîn, di dîrokê de cihê xwe girtine, ev serdan jî dîsa bi xwe re vê mijarê tîne rojevê; gelo dê serokomar daxuyaniyeke dîrokî bide yan na? ev yek jî dê 1’ê Nîsanê aşkere bibe.