“Serkirdeyên YPGê ji Kurdên Elewî yên Bakur in”

Ajanseke Îtalî dibêje, piraniya serkirdeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ji Kurdên Elewî yên Bakurê Kurdistanê ne û bi ser PKKê ve ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajanseke Îtalî dibêje, piraniya serkirdeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ji Kurdên Elewî yên Bakurê Kurdistanê ne û bi ser PKKê ve ne.

Ajansa “AKI” ya îtalî di raporekê de aşkere kiriye, ku  piraniya serkirdeyên leşkerî yên YPG, YPJ û hêzên asayişê yên li Rojavayê Kurdistanê ji Kurdên Bakurê Kurdsatnê yên Elewî ne û rasterast pêwendiyên wan bi PKKê re hene.

Wê ajanasê zanyariyên xwe bi jêderên Sûrî yên yên girêdana wan bi navendên navdewletî re hene piştrast kiriye.

Di wê raportê de hatiye, serkirdayetiya wê hêzên ku berê Kurdên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tê de cih digirtin, niha piraniya wan ji Kurdên Bakur in.

Herwiha wê raportê amaje bi wê yekê kiriye, ku ji sedî 30 jî ji Kurdên Bakur Elewî ne û pêwendiyên wan bi rêjîma Esed re hene, heta piştî asankirina wê rêjîmê ji girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re, pêwendiyên wan berdewam in.

Li gor wê raportê jî, ku Hevserokê PYDê Salih Mislim serkirdeyên leşkerî yên ji Bakur û bi taybet yên ji taifa Elewî anîne Rojavayê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, YPG jî red dike ku ew ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve be.