Gelên Aşûrî û Siryanî cejna Ekîto pîroz dikin
K24 – Qamişlo
Li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ahanga cejna Ekîto li gundê Meherka yê girêdayî bajarê Tirbespiyê bi beşdariya hin berpirsên Rêveberiya Xweser hate li darxistin.
Gelên Aşûrî, Siryanî û Kildanî hersal di 1 meha nîsanê de cejna sersala nû “Ekîto” pîroz dikin. Li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn e ku cejna navbûrî bi şêweyekî fermî ku hemû pêkhatên deverê û hijmarek ji berpirsên Rêveberiya Xweser tê de beşdar bûn hat pîrozkirin. li gorî dab û nerîtên Aşûriyan di cejna Ekîto de li çolan û di nava xwezayê de ahengên curbecur têne li darxistin.
Berpirsê Komeleya Çandî ya Siryanan Li Qamişlo Hena Hena di vê rojê de ji K24ê re li vê cejnê wiha axivî: “Ev cejina nîşana nûjeniyê ye. Mirov dikare bibêje ku wateya wê roja nû ye. Bav û kalên me bawer dikirin ku jiyaneke din piştî mirinê heye, çimkî jiyan û xwerist herdem nû dibin û ji ber ku 1 Nîsanê destpêka Buharê ye, em di vê rojê de cejna Ekîto pîroz dikin.”
Li gorî hin dîroknasên Siryaniyan, hersal di demsala Buharê de gelên ku li devera mezopotamiya û welatê di navbera herdu çeman de dijîn ji Kurd, Ereb û Siryanan, cejnên Buharê wek Newroz, Ekîto û Çarşema Sor pîroz dikin û ji ber wê jî dibe ku hemû cejnên Buharê yên li deverê têne pîrozkirin, bingeh û jêderên wan yek bin.
Rohnamevan Sîmêl Samoyêl jî li ser vê cejnê ji K24ê re got: “Tiştê herî balkêş weke em dibînin, li vir Kurd, Ereb û Siryan bi hev re cejnê pîroz dikin. Bê çawa em çûn me Newroz bi Kurdan re pîroz kir, niha jî em dibînin ku pêkhateyên Kurd û Ereb bi me re cejna Ekîto ya serê Nîsanê pîroz dikin.”
Li gorî dîroka kevnar ya Aşûriyan cejna Ekîto ku wateya wê jiyana nû ye, ji berî zayînê ve bi 4 hezar sal hatiye naskirin. Cejna Ekîto ji serdema Somerî û Babiliyan ve dest pê kiriye ta gihiştiye serdema Aşûriyan. Merasîmên cejnê ji 1 meha nîsanê ve dest pê dike û di roja 12emîn ji heman mehê bi dawî dibe.