Şandeke hevbeş a PDK û YNKê ligel Yekgirtû dicivin

Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina pirsa referandûmê û çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, şanda hevbeş ji aliyê PDKê ji Hişyar Zêbarî û Dr. Roj Nûrî Şawês, ji aliyê YNKê jî ji Mela Bextiyar û Seidî Ehmed Pîre pêk tê.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî ragihand, şanda hevbeş  PDK û YNKê serdana Yekgirtû û Komela Îslamî dikin.

Duh Polîtbîroyên PDK û YNKê bi serokatiya Serok Barzanî civiyan û di daxuyaniyeke hevbeş de amaje bi wê yekê kirin, mafê gelê Kurdistanê ye awayê çawaniya jiyana xwe ya siyasî û rêveberiya di referandûm û çarçova dewleteke serbixwe de diyar bike. Ji ber wê herdu alî bi hev re biryar dan vê babetê wek babeteke netewî û niştimanî bi yek helwestê karê cidî bikin.

Herdu aliyan di riya komîteyeke hevbeş vê babetê ligel aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê guftûgo bikin, bo pêkanîna komîteyeke hevbeş derbarê diyarkirina dem û mîkanîzma çawanya encamdana referandûmê.