Piştî êrîşa kîmawî, nexweşxane jî hatin bombebarankirin

Nexweşxaneyên ku birîndarên êrîşa kîmawî ya li Xanşêxonê bo wê dihatin veguhastin û dermankirin jî hate bombebarankirin.
kurdistan24.net

K24 – Navnenda Nûçeyan

Nexweşxaneyên ku birîndarên êrîşa kîmawî ya li Xanşêxonê bo wê dihatin veguhastin û dermankirin jî hate bombebarankirin.

Rojnamevan û Dr. Îbrahîm Îsmaîl ji Idlibê ve ji K24ê re ragihand, di encama êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxonê de zêdetirî ji 100 welatên sivîl canê xwe jidest dan û hejmarek mezin ji birîndaran hene.

Dr. Îbrahîm Îsmaîl da zanîn, hin ji birîndaran û kesê tûşî bihntengiyê bûne li nexweşxaneyên Idlibê hatin dermankirin û hejmareke din jî di bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhastin.

Îsmal diyar kir jî, ku deverên Xan Şêxon, Selqîn û derverên başûr û rojavayê Idlibê bi bermîlên teqîner û gaza Sarîn û Klorê hatin bombebaran kirin.

Herwiha Îsmalî got jî, nexweşxaneyên ku birîndarên êrîşa kîmawî bo wê dihatin veguhastin û çareseriya tenduristî lê didîtin jî hate bombebarankirin, ku armanca rêjîma Sûriyê ew bû, birîndaran bombebaran bike.

Îsmaîl tekezî li ser wê yekê kir, helîkopterên rêjîma Sûriyê ew deverên Idlibê bi gaza kîmawî (Sarîn û Klor) bombebaran kirin û got: “Em bi riya radarên xwe dizanin ku ew firoke ji firokxaneya Hemayê ya serbazî rabûbûn û hatin em gaza kîmawî bombebaran kirin.”

Ji aliyekî din ve jî, Îtîlafa opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de rêjîma Sûriyê bi encmdana wê komkujiyê tawanbar kir û daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku bi erkên xwe li hember vê komkujiyê rabe û lêkolînekê derbarê wê êrîşê de bike.