Koçberên ji Tilefer û Tebqayê li herêmên HSDê bicih dibin

Metrisya şer û kiryarên DAIŞê hêşt ku penaberên Iraq û Tebqayê li herêmên jêr kontrola HSD li bakurê bendavê kom bibin, piştî ku hêzên navborî korîdorên mirovî ji wan re vekir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Metrisya şer û kiryarên DAIŞê hêşt ku penaberên Iraq û Tebqayê li herêmên jêr kontrola HSD li bakurê bendavê kom bibin, piştî ku hêzên navborî korîdorên mirovî ji wan re vekir.

Koçberiyek dûr û dirêj ku bi mehan dewam kir li ser van penaberên pêkhateya Tirkmen ku di demên dawî de ji Tilefera Iraqê  û hin welatiyên îraqê ji Bexda û Mûsilê û ber bi Reqa û Tebqa û herî dawî li li gundê Mehmûdlî yê jêr kontrola HSD de bicih bûne.

Ji Tebqa ku di jêr kontrola DAIŞê ta aliyê din ji bendava Ferêt çêrokeke koçberî cuda ye. Heyama 2 rojan ku van penaberan riyeke bi qasî 10 k.m derbas kirin, tevî astengî û reva di nava daristan û newalan re ji metitsiya sekvanên DAIŞê û xalên wê yên kontrolê, çunkû DAIŞ nahêle sivîl ji cem wan derkevin, da ku wan wan wek mertalên mirovî bi kar bîne.

Şervanên HSD xebata vekirina korîdorên mirovî ji bo penaberan dikin û wan li hin cihên ewle bi cih dikin, da ku tedbîrên ewlehî bigirin, paşê dihêlin ku ew derbasî wargehên taybet bi penaberan bibin ku di demên borî de li bajarokê Eyn Îsa hatibûn amadekirin. Herwiha ger ku ji wan penaberan xizim û merivê xwe li wan herêman hebin dikarin biçin cem wan jî.

Hejmara welatiyên ku ji desthilatdariya DAIŞê reviyan û li gor amarên ne fermî ji roja yekem de gehiştiye 7 hezar penaber . Ji ber koçberiya rojane jî pêşbîn e ku hejmar zêde bibe. Tevî pêşkeşkirina alikariyên bilez ji hêla HSD ve, lê nebûna saziyên mirovî li wan deveran êşa penaberan zêde dike